Mesrûr Barzanî: Piştevaniya xwe ji Baba Şêxê nû re radigihînim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya danana birêz Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzdiyan, peyameke belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya danana birêz Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzdiyan, peyameke belav kir.
Baba Şêxê Êzidiyan duhî di merasîmekê de li Perestgeha Laleşê dest bi kar kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bilî pîrozbahiyê, piştevaniya xwe jê re radigihîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Bi boneya danana birêz Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzdiyan, ez pîrozbahiyên germ arasteyî Mîr Hazmê, Baba Şêx Elî, Tevgera Ruhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.”
Di peyama Mesrûr Barzanî de hat: “Ez hêvîdar im ku Baba Şêx di erkê xwe yê nû de serkeftî be û bikaribe xizmeta civak û ola Êzdiyan bike û li vir jî ez piştgiriya xwe jê radigihînim.”
Herwiha got: “Ez hêvîdar im ku tijekirina vê pileya olî û ev bûyer di jîyana ola Êzdîyan de bibe hêviya yekrêzî û tabahî di nava civaka Êzdî û Êzdîxanê de û bibe delîvek ji bo ji derbasbûna jîyana koçberan û piştî hatina tevahiya nexweşiyan û vegerandina koçberan ji bo cih û warên xwe û avedankirina deverên Êzdîyan.”
Tekez kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e li parastin û rêzgirtina taybetmendiya ola Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê ji bo bihêzkirina giyana pêkvejiyanê.”