Cenazeyê Parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê Firset Sofî hat veşartin

Cenazeyê Parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê Firset Sofî li Goristana Şêx Ehmed hat veşartin.

Hewlêr (K24) – Îro bi amadebûna bi hezaran welatiyên bajarê Hewlêrê û rayedarên hikûmet û berpirsên partiyan, cenazeyê Parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê Firset Sofî li Goristana Şêx Ehmed hat veşartin.

Cenazeyê Firset Sofî piştî merasîma li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin, tacegulên Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr, Serokê Parlementoyê û piraniya partiyên siyasî û nûnerên welatan li ser hat danîn û ji bo xatirxwestina dawî, cenazeyê wî bo mala wî hat birin û ji wir jî ber bi goristanê hate birêkirin.

Bi hezaran welatî û berpirsên partiyan û rayedarên hikûmetê li goristanê li benda cenazeyê Firset Sofî bûn û cenaze di demjimêr 14:30ê de gihişte goristanê.

Firset Sofî 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû, tevî belavbûna vîrûsa koronayê jî, ji xizmeta gelê xwe ranewestiya. Li gor gotinên heval û kesên nêzîkî wî, ji ber vê yekê bû ku ne tenê carek, du car bi koronayê ket.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî tenê 42 salî bû, piştî cara duyem bi vîrûsa koronayê ket, ji nav me koç kir.

Firset Sofî li ser daxwaza malbata xwe, ji ber xirabiya rewşa tendirustiya wî, bo nexweşxaneyeke Enqerê hat şandin. Lê belê 30 roj piştî pêketina bi koronayê, li wir wefat kir û îro cenazeyê wî hat Hewlêrê û li ser wesiyeta wî, li Hewlêrê hat veşartin.

Fly Erbil Advertisment