Li 3 bajarên bakur operasyon: Gelek parêzer hatin binçavkirin
Li sê bajarên bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de operasyon hatin encamdan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sê bajarên bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de operasyon hatin encamdan û herî kêm 19 parêzer hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve tê meşandin, derbarê gelek parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Îro danê sibê li Diyarbekir, Şirnex û Semsûrê operasyonên hevdem hatin kirin û herî kêm 19 parêzer hatin binçavkirin.
Parêzer Mehmet Emin Aktar li ser medyaya civakî binçavkirina parêzeran ragihand û got: “Li Diyarbekir demjimêr 5ê serê sibehê hejmareke mezin ji hevalên me yên parêzer li malên wan lêgerîn hat kirin û hatin binçavkirin.”
Hat ragihandin ku Bunyamin Şeker, Abdulkadir Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedir, Serdar Ozer, Ozum Vurgun, Feride Laçin, Gevriye Atli, Resul Tamur, Cemile Turhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Bariş Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydın û Şivan Cemil Ozen bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê hatin birin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Cihan Aydin di daxuyaniyekê de ragihand: “Vê sibê demjimêr derdora 5, herî kêm 15 hevpîşeyên me, di mala wan de lêgerîn hat kirin û hatin binçavkirin. Hevpîşeyên me bi îdiaya ku navên wan di hinek belgeyên KCDê de hene, hatine binçavkirin.”