Esayîbê Ehlê Heq: Agirbesta ligel Amerîkayê bi dawî bû
Serkirdeyê grûpa çekdarî ya Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xez'elî ku li Iraqê grûpeke ser bi Heşda Şe'bî ye, ragihand: “Agirbesta grûpên çekdar a ligel aliyên Amerîkî bi dawî bû.”
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê grûpa çekdarî ya Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xez'elî ku li Iraqê grûpeke Heşda Şe'bî ye, ragihand: “Agirbesta grûpên çekdar a ligel aliyên Amerîkî bi dawî bû.”
Qeys Xez'elî di hevdîtinekê de ligel televîzyona fermî ya Iraqê, got: “Bidawîbûna agirbesta grûpan, piştî bidawîbûna hilbijartinên Amerîkayê hat.”
Xez'elî diyar kir: “Mercên ku ji bo sekinandina karên serbazî hatibûn danîn, ew bû ku ti binkeyeke serbazî ya biyanî li welatê nemîne û Iraq xwedî serweriya xwe bibe li erd û esmanê xwe, ligel hebûneke teknîkî (Amerîkî) ku hikûmeta Iraqê destnîşan bike.”
Esayîbê Ehlê Heq yek ji wan grûpên çekdar ên Şîe herî diyar û nêzîkî Îranê ye.
Sêşema borî Devera Kesk a li navenda Bexdayê rastî êrîşeke mûşekî hat, ku di nava 5 hefteyan de ev yekem êrîşa bi vê cûreyê bû, piştî komek bi navê "Muqawemeya Iraqê" di 10ê Cotmeha borî de sekinandina kiryarên serbazî yên dijî hêz û berjewendiyên biyanî, bi taybetî dijî Amerîkayê li Iraqê ragihandibû, da ku derfet bide wan, hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.