Peyama Serok Barzanî derbarê wefat û taziyeya apê wî Şêx Mehmûd de!
Serok Barzanî derheqê taziyeya rehmetî de daxûyaniyek da û diyar kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê taziyê dananin (pêknaînin).

Hewlêr (K24) - Apê Serok Mesûd Barzanî Şêx Mehmûd Şêx Ebdûllah Barzanî bi sedema vîrûsa koronayê wefat kir.
Serok Barzanî derheqê taziyeya rehmetî de daxûyaniyek da û diyar kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê taziyê dananin (pêknaînin).
Peyama Serok Barzanî:
"Bi navê xwedayê mezin û dilovan.
Em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê û hemû xizmên xwe re radigihînin ku; Roja înê 20 mijdara 2020 Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî pismamê me û kesayetiyê ji devera Barzanê
bi nexweşiya koronayê koça dawî kir.
Em ji hemû nexweşan re şîfayê dixwazin û ji xwedayê mezin dixwazin ku hemû kesên wefat kirine ef û û aza bike. Ji ber nexweşiya korona û ji bo parastina xelkê em taziyeyê pêknaînin."