Kobanî.. Qedexe li ser milê malbatên hejar bûye barekî giran

Qedexeya çûnûhatinê ya giştî li bajarê Kobanê ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê çend roj in berdewam e, lê ziyaneke mezin li malbatin hejar û karkerên rojane dike.

 

Kobanî (K24) – Qedexeya çûnûhatinê ya giştî li bajarê Kobanê ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê çend roj in berdewam e, lê ziyaneke mezin li malbatin hejar û karkerên rojane dike. Welatî daxwaz dikin ku hin dukanên keskahiyê li taxan werin vekirin.

Di roja 5emîn a qedexeya giştî de, welatiyên Kobanê, gilî û gazincan ji nekarîna pêydakirina pêdeviyên xewrinê ji keskahî û berhemên din dikin. Bi taybet ku malbatên hejmar û karkerên rojane karînên wan ên dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji bo 10 rojên qedexeyê tune ye. Ew daxwaz dikin ku ji bo wan çareyek were dîtin û li tax û kolanên wan derfeta çand demijmêran hebe ku dukan werin vekirin.

Kurdistan24 ew daxwaza welatiyan ji bo Rêveberiya Kobanê veguhest.  Lê wan ji aliyê xwe ve tekez kirin ku nikarin biryara qedexekirinê têk bibin, ji ber ku li gor wan destûr ji bo dîkanên keskahiyê bidin, dê hemû bezirgan û firoşkar jî wê yekê bixwazin.

Hesvseroka Kobanê li Herîma Firatê Leyla Ehmed ji K24ê re got: “Heta niha welatî pabendî biryara qedexeyê ne û qedexe baş derbas dibe. Em bi hêvî ne jî ev qedexe berdewam bike, ji ber ku her sistbûnek çêbibe û hin dukanên keskahî û xwarinê bêne vekirin, dê rewş ji hev bikeve û qedexe bicih nabe.”

Li gor bijîşkên Kobanê, biryara qedexeya giştî ta roja îro encamên baş bi dest xistiye û rijaya belavbûna nexweşiyê kêm bûye, ew yek jî tevî bandora xwe yê niyanî li ser derfatên jiyanê yên rojane, rehetiyê li cem Kobaniyan çê dike.

 

Fly Erbil Advertisment