DAIŞê li Selahdînê hejmarek kes di kemînekê de kuştin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê diyar kirin, li parêzgeha Selahedînê şaneyên DAIŞ'ê hejmarek kes di kemînekê de kuştin. Di nava wan de sivîl û çekdar hene.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê diyar kirin, li parêzgeha Selahedînê şaneyên DAIŞ'ê hejmarek kes di kemînekê de kuştin. Di nava wan de sivîl û çekdar hene.
Ev komkujî piştî wê yekê tê, berî çend hefteyan li Selahedînê hejmarek kes di komkujiyekê de hatin kuştin.
Êrîş gelek caran li herêmên ku hêzên Îraqî operasyonên berfireh yên lêgerîna li şaneyên razayî yên DAIŞê dikin rû didin.
Jêderên herêmî ji K24ê re diyar kirin, herî kêm 9 kesan di teqînekê de canê xwe ji dest dan. Di nava wan de 6 welatiyên sivîl, çekdarekî Heşda Şeibî û du endamên polîs hene.
Lê desthilatên fermî hejmarên cuda ragihandin.
Ev teqîn li ser riya di navbera nahiya El-Zawiye û gundê El-Meshek hate kirin. Li wê navçeyê operasyonên berfireh ji aliyê hêzên Iraqê ve tên kirin.
Ji aliyê xwe ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Fermî ragihand, di êrîşêefserekî bi pileya Eqîd, endamekî polîs û çekdarekî Heşda Şeibî hatine kuştin.
Diyar kir jî, 3 kesên ku yek malbatê ne jî birîndar bûne.
Iraqê ji sala 2017'an ve 'serketina leşkerî' li dijî DAÎŞ'ê ragihand, lê belê çekdarên DAIŞê ji wê demê ve êrîşên bi şêweyê gerîla li parêzgehên Diyala, Selahedîn, Kerkûk û Nînewayê dikin.