Wêneyê Dr. Firset Sofî li ser Birca Diyarbekir hat danîn!
Posterê Parêzgarê Hewlêrê yê koça dawî kiriye Dr. Firset Sofî li ser Birca Diyarbekir hat danîn.

Diyarbekir (K24) - Posterê Parêzgarê Hewlêrê yê koça dawî kiriye Dr. Firset Sofî li ser Birca Diyarbekir hat danîn. Ev wêne ji aliyê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) ve hat amadekirin û danîn.

Endamekî CNK derheqê vê hewlê de agahî dan Kurdistan24ê û diyar kir ku wan ev poster ji dilsoziya xwe çêkirin û demjimêr 19:00 danîn ser bircê.
CNK, tevgereke ji ciwanên netweyî ye û li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Jiyan Timurtaş ve hatiye damezirandin.
Firset Sofî 41emîn parêzgarê Hewlêrê piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê, duhî 18/11/2020'an di temena 42 saliya xwe de li Enqereyê koça dawiyê kir.

Firset Sofî kî ye?
- Di 21-5-1978an de li gundê Xezne yê navçeya Çomanê ji dayik bûye.
- Doktoraya wî di Yasayên Navdewletî de hebû.
- Li Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê mamoste bû.
- Endamê xula çarem a Perlemana Kurdistanê bû.
- Endamê Desteya Rawêjkariya Yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Komîteya Bilind a Çaksaziyê bû
- Serokê Komîteya Demkî ya Peyrewa navxwe ya Perlemana Kurdistanê bû.
- 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû.
