Serkirdeyekî DAIŞ li firokxaneya Bexdayê hate desteserkirin

Hêzên Dijeterora Iraqê berpirsekî bilind ê DAIŞê li firokxaneya Bexdayê desteser kir. Ew berpirs bi niyaz bû li derdora Bexdayê bi hejmarek çekdaran re bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Dijeterora Iraqê berpirsekî bilind ê DAIŞê li firokxaneya Bexdayê desteser kir. Ew berpirs bi niyaz bû li derdora Bexdayê bi hejmarek çekdaran re bicive.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Emîd Yehya Resûl di daxuyaniyekê de askere kir, hêzên dijeterorê karîn Hevahengkarê Îdarî yê Giştî yê DAIŞê Ebû Neba li firokxaneya Bexdayê desteser bikin.

Emîd Yehya Resûl diyar kir jî, Ew berpirs bi niyaz bû li derdora Bexdayê bi hejmarek çekdaran re bicive.

Herwiha got: "Pêvajoya girtinê, piştî dûvçûna meydanî sivîl û çavderiyeke berdewam pêk hat. Bi hevkariya beşa Hewalgîriyê ya Dijeterorê bû."

Ew berpirsê DAIŞî ku bi navê Ebû Neba tê naskirin, ji welatekî din hat Iraqê, lê navê wî welatî nehatiye eşkerekirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: "Ebû Neba ji sala 2003an û vir ve tevlî gelek rêxistinên terorê bûye, ji wan jî rêxistinên El Qaîde û DAIŞê.

Hat gotin jî: Wî fermanên xwe ji aliyê Waliyê Iraqê ve werdigirtin û bi erkê rêvebirina karên grûpên teroristî li Iraqê û avakirina mefrezeyên ewlehî, leşkerî û medyayî li sînorê Bexdayê hatibû raspardin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Pêvajoya girtinê bi rengekî gelekî nehênî û serketî hatiye kirin."