Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermanên artêşa Tirkiyê de kar dikin, 5 kurd ji bajarokê Mabeta revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan jê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermanên artêşa Tirkiyê de kar dikin, 5 kurd ji bajarokê Mabeta revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan jê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 20 û 22ê vê mehê 5 welatî ji bajarokê Mabeta revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirin.

Kesên hatine revandin navên wiha ne: Mihemed Hudên Yûsif, Noredîn Hemîd Coco, Mihemed Yûsif Coco, Remzî Henan Elîko, Zuhêr Mistefa Şabo.

Revandina van 5 kesan piştî wê yekê tê, grûpên çekdaran di 2 mehên bûrî de zêdetir ji 20 kesan ji bajarokê Mabeta revandine, hinek ji wan endamên Encûmena Xwecihî ya Bajêr in. Heta niha çarenivîsa beşeke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha bi hezaran kurdên Efrînê revandine û çarenvîsa beşeke revandiyan ne diyar e.

  

Fly Erbil Advertisment