Serokwezîrê Iraqê rexne li yasaya deynkirinê digre

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî rexne li yasaya tijîkirina valahiya darayî girt, ku berî demekê li Parlementoya Iraqê bêyî rizamendiya Kurdan hatibû pesendkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twitterê rexne li yasaya tijîkirina valahiya darayî girt, ku berî demekê li Parlementoya Iraqê bêyî rizamendiya Kurdan hatibû pesendkirin.

Mistefa Kazimî di tweetekê de diyar kiriye: “Pirsgirêkên me li ser yasaya deynkirinê hene, ku çend xeletî di wê yasayê de hatine kirin û civînên me ligel parlementoyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan berdewam in.”

Kazimî destnîşan kiriye: “Ji destpêka pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve, em ji bo zêdekirina dahatan dixebitin, ku ji bo pêşkirina xizmetguzariyên herî baş bo welatiyan, pêwîst e.”

Serokwezîrê Iraqê ragihandiye: “Divê wezîr girîngiya zêdetir bidin projeyên veberhênanê, da ku rêjeya derfetên kar û avakirin zêdetir were kirin û hemû sektorên jiyanê werin çalakkirin.”

Mistefa Kazimî dibêje: “Veberhênan li pêşiya hemû karên me ye û hikûmet li ser wê yekê rijd e ku hêsankarî ji bo veberhêneran di encamdana rêkaran de bike.”

Yasaya deynkirinê bêyî rizamendiya Kurdan hatibû pesendkirin

Roja pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlementoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlementoya Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û dahatên din radestî Bexdayê bike, piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berevajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Fly Erbil Advertisment