Li Iraqê hejmara mirinên bi koronayê 12 hezar kesî derbas kir
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 35 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 292 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 130 kes baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 24ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 539 hezar û 749 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 31 kesan canê xwe ji dest dane.