Fransa piştevaniya rêkeftina Şingalê dike

Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert piştevaniya xwe ji bo rêkeftina Şingalê ragihand.

Hewlêr (K24) – Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert piştevaniya xwe ji bo rêkeftina Şingalê ragihand û got: “Em dixwazin ev rêkeftin bilez were cîbicîkirin.”

Bruno Obert piştgiriya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê kir.

Obert li Şingalê di gotareke xwe de ragihand: “Fransa di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya Iraqê kir û dê berdewam jî bibe.”

Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert destnîşan kir ku welatê wî piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê dike, ev jî ji bo berjewendiya xelkê Şingalê ye, ku ew hêjayî aştiyê ne.

Fly Erbil Advertisment