Li Iraqê 55 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 55 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 438 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 270 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 25ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 542 hezar û 187 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 86 kesan canê xwe ji dest dane.