Parêzgarê Diyarbekirê serdana Dêra Meryema Pakîze kir
Munîr Karaloglu serdana Dêra Meryema Pakîze ya li navçeya Sûrê kir.

Diyarbekir (K24) - Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu serdana Dêra Meryema Pakîze ya li navçeya Sûrê kir.
Di serdanê de Parêzgar Munîr Karaloglu bi civîneke çapemeniyê, da zanîn ku di warê ewlekarî û parastina dêrê de dê di çarçoveya danîna kamerayên ewlekariyê de xebat werin kirin.
Munîr Karaoglu di serdanê de amaje kir ku Dêra Meryema Pakîze ya ku piştî zayînê di sedsala sêyem de hatiye avakirin, ji bo cemaeta Suryanan dêreke girîng e û parçeyek xaça ku Hezretê Îsa lê hatiye hilawêstin jî di vê dêrê de tê parastin.
Herwiha Karaoglu bal kişande ser wê yekê ku Dêra Meryema Pakîze ya ku di sala 2004an de hatiye restorekirin, avahiyek qewîn e û bedewbûna xwe diparêze.
Di serdanê de Parêzgarê Diyarbekirê anî zimên ku di warê ewlekariyê de dê kamerayên ewlekariyê di dêrê de werin cîbicîkirin û li ser daxwazê dê gavek wisa were avêtin.
Karaloglu da zanîn jî destnivîsên dîrokî yên girîng jî dibe ku bo tomargeha destnivîsan a platforma dîjîtal werin veguhestin.