Li Iraqê 33 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 33 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 33 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 33 kesan canê xwe ji dest dane û 1 hezar û 606 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 240 kes baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 28ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 548 hezar û 821 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine û 12 hezar û 200 kesan canê xwe ji dest dane.