Xelkê Qamişlo: Qedexeya çûnûhatinê rewşa me zehmetir dike

Di rojên destpêkê yên qedexeya giştî, xelkê bajarê Qamişlo nerazibûna xwe didin xuyanîkirin û dibêjin biryara hatiye standin qerebalix zêde kiriye û rewşa karkeran zehmetir kiriye.

 

Qamişlo (K24) – Di rojên destpêkê yên qedexeya giştî, xelkê bajarê Qamişlo nerazibûna xwe didin xuyanîkirin û dibêjin biryara hatiye standin qerebalix zêde kiriye û rewşa karkeran zehmetir kiriye.

Qedexeya bi temamî berdewam e, bazar û firoşgeh girtî ne, tevger jî li kolanan kêm e, lê li ser firneyên nan qerbalex û kombûn pir e.

Biryara qedexeyê ya hatiye standin ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrûsa Koronayê, buye sedema zêdebûna kombûnê û belavbûna vîrûsê di nav welatiyan de, ev ziman halê xelkên bajarê Qamişlo ye ku nerazîbûna xwe eşkere dikin û dibêjin biryara hatiye standin şaş e.

Ji ber qedexeya ku ji bo 10 rojan li Qamişlo, Hesekê, Tebqa ȗ Reqayê hatiye ragihandin, kakerên bajarên navbûrî bê kar mane û rewşa malbatên hejar zehmetir bûye û barê wan jî girantir bûye. Hin welatî dibêjin dema ku Rêveberiya Xweşer biryara qedexeyê ragihandiye, diviyabû ku rewsa malbatên hejar berçav girtiba ber çavan, ji ber ku bi sedema qedexeyê, hin malbat ji pêdiviyên herî pêwîst bêpar mane.

Qedexeya ku Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê li xwe digire, roja 26ê vê mijdarê dest pê kir û ta 10 rojan dê berdewam be. Li gorî biryarê hemû bazar, sazî, dibistan û zaningeh têne girtin û bi tenê firne û nexweşxane vekirî dimînin.

 

Fly Erbil Advertisment