Bi Katyusha êrîş li rafîneriyeke Iraqê hat kirin
– Bi mûşekên Katyusha êrîş li rafîneriya Bêcî ya li parêzgeha Selahaddînê hate kirin û agir bi rafînereyê ket.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mûşekên Katyusha êrîş li rafîneriya Bêcî ya li parêzgeha Selahadînê hate kirin û agir bi rafînereyê ket.
Jêderekî ewlehiyê ragihand, bi mûşekeke Katyusha êrîş li ragfînereke qezaya Bêcî hate kirin û di encamê de boriyeke petrolê teqiya. Lê aliyên pêwendîdar bilez karîn agir vemirînin.
Rêveberê Ragihandinê ya Kompanyaya Rafîneriya Bakur Wasiq Ewad ragihand, ji encama êrîşê agir bi embareke rafîneriyê ket, lê bêyî ku ti ziyaneke mirovî çêbibe agir hat kontrolkirin.
Di wê derbarê de, Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, piştî çend demjimêran wê rafînerê dest bi kar kir.
Piştî êrîşê, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihand.
Ew rafîner rojane bi karîna 20 hezar bermîla petrol kar dike. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014 'an de zerar gihîşt wê rafînerê, lê di sala 2017'an de ji nû ve dest bi kar kir.