Li Iraqê 2 hezar û 144 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 34 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 144 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 1771 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 30yê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 552 hezar û 549 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 258 kesan canê xwe ji dest dane.