Li Iraqê 48 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 48 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 218 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 1896 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 1ê Kanûna 2020an de eşkere kiriye; heta niha 554 hezar û 767 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 306 kesan canê xwe ji dest dane.