"Hejarî gefê li Iraqê dixwe"
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand; proseya daxistina kampan û vegerandina awareyan bêyî ku demeke pêwîst ji wan re were dayîn, wisa dike ku beşek ji wan awareyan bikevin nav hejariyê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand; proseya girtina kampan û vegerandina awareyan bêyî ku demeke pêwîst ji wan re were dayîn, wisa dike ku beşek ji wan awareyan bikevin nav hejariyê.
HRW daxwaza azadiya veguhestinê di nav nişteciyên kampan de dike û herwiha daxwaz dike ku hikûmet hêsankariya çêkirina belgenameya malbatan bike, ku ev dê pêngaveke erênî be.
Rêxistin destnîşan dike ku nabe hikûmet bi zorê malbatan ji kampan derxe derve bêyî ku cihekî niştecîbûnê û av û çavdêriya tendirustiyê ji bo wan dabîn bike.
Lêkolînera li karûbarên qeyran û nakokiyan a li HRWê Belqîs Walî diyar dike ku derketina malbatan ji kampan pêngaveke erênî ye, lê niha tê dîtin ku malbat bi zorê tê neçarkirin ku ji kampan derkevin.
Ev di demekê de ye Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di Cotmehê de lijneyek pêk anî ji bo girtina nêzîkî 17 kampan ku nêzîkî 60 hezar û 337 kes tê de niştecî ne û ji ber şerê DAIŞê ji sala 2014 – 2017an ve aware bûne.