Mistefa Kazimî pesnê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dide

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Kazimî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Kazimî civiya û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pesnê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye kirin.

Di civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê de çendîn pirsên niha yên Iraqê bi taybetî xwepêşandan û nerazîbûnên li parêzgeha Zîqar û herwiha cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin.

Mistefa Kazimî ragihand ku nerazîbûnên li Nasiriye, daxwazên rasteqîn li xwe digrin, ligel vê yekê jî li bajêr çendîn asteng û kêşe hene.

Serokwezîrê Iraqê herwiha pesnê pêşwaziya berfireh a cîbicîkirina rêkeftina Şingalê da û tekezî li parastina welatiyan û berqerarbûna aramiyê kir.

Fly Erbil Advertisment