Li Iraqê 17 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 17 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 791 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha eşkere kir ku 2 hezar 339 kes baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 8ê Kanûna 2020an de eşkere kiriye; heta niha 568 hezar û 138 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 477 kesan canê xwe ji dest dane.