Li nahiya Meydan êrîşkaran baregeha PDKê şewitand

Berpirsê Navçeya Bemo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li nahiya Meydan Kemal Welî ragihand; komeke têkder êrîşî baregeha navçeya Bemo kirin û baregeh şewitandin.

Nahiya Meydan
Nahiya Meydan

Hewlêr (K24) - Berpirsê Navçeya Bemo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li nahiya Meydan Kemal Welî ragihand; komeke têkder êrîşî baregeha navçeya Bemo kirin û baregeh şewitandin.

Kemal Welî eşkere kir: “Piştî demjimêr 19:00ê vê êvarê, pêşmergeyên me ligel wê komê axivî û hewl dan, wan qayîl bikin ku şewitandina baregehê kêşeyan çareser nake, lê ew rijd bûn li ser şewitandina baregehê, loma pêşmergeyên me ji bo silametiya her kesî, ji baregehê derketin û wan jî şewitand.”

Welî diyar kir: “Êrîşkaran rê li ber tîma agirkuj girtin, da ku şewatê netemirînin.”

Herwiha eşkere kir: “Piştî şewitandina baregeha navçeyê, derî û pencereyên baregeha rêxistina ser bi navçeyaBemo şikandin bi niyeta şewitandinê, lê hêzên asayîşê rê li ber wan girt.”

Fly Erbil Advertisment