Amerîka: Balyozxaneya me ya li Bexdayê nayê girtin

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker ragihand; Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nayê girtin.

Logoya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê
Logoya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê

Hewlêr (K24) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker ragihand; Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nayê girtin.

David Schenker bi rêya telefonê ji dezgehên ragihandinê re diyar kiriye: “Di van demên dawî de, we vîdeoyeke Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê dîtiye li ser kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê yên li Iraqê, ez dixwazim zelal bikim ku Balyozxaneya Amerîkayê dê bimîne û ti car neyê girtin.”

Schenker herwiha eşkere kiriye: “Xebat û pabendbûna me li hember Iraqê berdewam dike û ti kêmkirinek ku dibe di siberojê de rûbide, bandorê li ser nake.”

David Schenker destnîşan kiriye: “Gotûbêjên du alî yên li ser peywendiyên aborî, siyasî û dosyeya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê berdewam in.”

Fly Erbil Advertisment