Balyozê Amerîkayê: Emê hejmara serbazên xwe yên li Iraqê kêm bikin

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand; Amerîka dê hejmara serbazên xwe yên li Iraqê kêm bike.

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller

Bexda (K24) – Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller ragihand; Amerîka dê hejmara serbazên xwe yên li Iraqê kêm bike.

Matthew Tueller di daxuyaniyekê de destnîşan kir: “Îro 10ê Kanûnê, sêyemîn salvegera têkbirina DAIŞê ye li herêmê, ku di encamê de 8 milyon welatiyên Iraq û Sûriyê ji destê wan hat rizgarkirin, ku berê ketibûn bin desthilata wan.”

Tueller diyar kir: “Em îro duayên xwe pêşkêşî wan kesan dikin ku ji bo rizgarkirina Iraqê ji destê DAIŞê, qurbanî bûn û em wan jibîr nakin.”

Balyozê Amerîkayê ragihand: “Em pîrozbahiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin, ku ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevbeşên din ên di Hevepymaniyê de pêşketineke nuwaze bi dest xistin di kêmkirina şiyana DAIŞê de.”

Matthew Tueller eşkere kir: “Em li Iraqê di erkê xwe de ber bi qonaxeke din diçin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hebûna xwe ya serbazî li Iraqê kêm dike û hêzên ewlehiyê yên Iraqî erkê destpêşxeriya şerê li dijî DAIŞê, zêdetir digre ser xwe.”

Herwiha diyar kir: “Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dibe di pêşkêşkirina şêwirmendî û alîkariya ji bo kirdeyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî DAIŞê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê.”

 

Fly Erbil Advertisment