Enqere.. Rê li bîranîna xebatkarên tendîrûstiyê hat girtin
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Bijîşkên Tirk TTBê Dr. Vedat Bulut dibêje, nahêlin ku em mafê xwe yê herî rewa jî bikar bînin û daxuyanî bidin.
Enqere (K24) - Li Enqereyê 7 sazî û rêxistinên tendurustîyê, xwestin li pêşîya avahîya Wezareta Tendurustîyê ji bo xebatkarên tendurustîyê ku di dema pandemîyê da canê xwe ji dest dane bernameya bîranînê çêkin. Lê belê bi hinceta pandemîyê hêzên asayîşa Tirkîyê destûr neda bername û daxuyanîya sazîyan. Li gel ku parlamenterên CHP û HDPê jî di bernamayê da amade bûn dîsa polîs destûr neda ku ew bi daxuyanîyekê çapemenîyê daxwazên xwe eşkere bikin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Bijîşkên Tirk TTBê Dr.Vedat Bulut dibêje, nahêlin ku em mafê xwe yê herî rewa jî bikar bînin û daxuyanî bidin.
Sekreterê Giştî yê TTBê Dr. Vedat Bulut ji Kurdistan24 re dibêje, "Bi midaxeleya polîsan nahêlin ku em mafê xwe yê herî rewa jî bikar bînin. Em dixwazin bal bikşînin ser xebatkarên tendurustîyê ku canê xwe ji dest dane. Her wiha em dixwazin daxwaznameyekê bidin wezaretê. Lê destûr nadin me."
Parlamenterê CHPê Yildirim Kaya jî bertek nîşanî kiryarîyên hêzên ewlekarîyê dide.
Parlamenterê CHPê Yildirim Kaya dibêje, "Ji bo rêzgirtina qurbanîyên xebatkarên tendurustîyê hewceyî bi destûrê nîne. Lê polîs destûr nade. Jixwe hevalên me tevdîrên coronayê cîbicih dikin. Ew dixwazin hevalên xwe bibîr bînin û daxwazên xwe ragihînin."
Li gorî Yekîtîya Bijîşkên Tirk TTBê ji destpêka pandemîyê heta 11ê Kanûnê 232 bijîşk û xebatkarên tendurustîyê ji ber coronayê canê xwe jidest dane. Her wiha Yekîtîya Bijîşkên Tirk TTB û sazîyên tendurustîyê ji Wezareta Tendurustîyê daxwaz dikin ku nexweşîna vayrosa coronayê wek nexweşîna pîşeyî bê qebûlkirin û mafên bijîşk û xebatkarên tendurustîyê jî bê tanzîmkirin.
