Rebwar Teha: Em rê nadin Pelkane bête erebkirin
Hinek ereb ji aliyê rejîma BAAS ve anîbûn ser axa kurdan. Niha ew ereb dixwazin dîsa werin ser wan gundan û dibêjin divê kurd ji van erdan derbikevin. Sebaret bi vê mijarê Taha digel hejmarek nûnerên Kurd û nûnerên gundê Pelkane civîneka rojnamevanî pêk anî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha diyarkir, "Bi plan û bername gundê Pelkane tê dagîr dikin, lê ew dê rê nedin erebkirin çêbibe."
Hinek ereb ji aliyê rejîma BAAS ve anîbûn ser gundê Pelkaneyê ku li Kerkukê ye. Niha ew ereb dixwazin dîsa werin ser wan gundan û dibêjin divê kurd ji van erdan derbikevin.
Sebaret bi vê mijarê Rêbwar Taha digel hejmarek nûnerên Kurd û nûnerên gundê Pelkaneyê civîneka rojnamevanî pêk anî.
Her wiha Taha diyar kir ku nabe çek û çekdar bikevin nav vê mijarê. Divê madeyên desturî bên bicihkirin, ji bo ku her kes xwedî mafên xwe be.
Di civîna rojnamevanî de hat diyarkirin ku wan soz da ye, rêgiriyê li bi erebkirin û dagîrkariya navçeyê bikin û bi her awayî li dijî destwerdana serbazî ne.
Xelkê Pelkaneyê diyar dike ku ev xanî, mal û milkê bavûkalên wan e, tapûyên wan ên sedan salî hene. Lewra Pelkaneyê bernadin.