Papayê Vatîkanê han dide ku krîstiyan vegerin navçeyên xwe

Papa Fransîs di peyamek vîdyoyî de digel zêdetir ji 50 rêxistinên nehikûmî yên Katolîk ragihand, ji rewşa Krîstyanên li Iraq û Sûriyê dilgiran e, jiber ku bi egera şer û tundûtîjiyê neçar bûn e, navçeyên xwe bicih bihêlin û derberder bibin.

Papa Francis, Rêberê Krîstiyanên Katolîk
Papa Francis, Rêberê Krîstiyanên Katolîk

Hewlêr (K24) - Papayê Vatîkanê, han dide ku Krîstyanên Iraqê vegerin navçeyên xwe. Her wiha ji hikumetê jî dixwaze, pêş meha 3yan bo vegera koçberên Kristiyan rê xweş bikin, bo ku vegerin ser cîh û warên xwe.

Papa Francis di peyamek vîdyoyî de digel zêdetir ji 50 rêxistinên nehikûmî yên Katolîk ragihand, ji rewşa Krîstyanên li Iraq û Sûriyê dilgiran e, jiber ku bi egera şer û tundûtîjiyê neçar bûn e, navçeyên xwe bicih bihêlin û derberder bibin.

Papa dibêje, li meha Adara bê, dê seredana herêma Kurdistanê û Iraqê bike û pêwîst e, heta wê demê, rê bo vegera Krîstyanan bê xweş kirin û Krîstiyan vegerin navçeyên xwe.

Fly Erbil Advertisment