Li rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser dawî amarên yên Koronayê belav kirin.

Hewlêr (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 85 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 85 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
7 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 6 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7533 kesan, ji wan 1078 kes baş bûne û 234 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.