Iraq dest bi geştên esmanî yên bo Almanya û Danîmarkê dike

Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Şelebî ragihand; sibe sêşemê geştên esmanî yên bo Almanya û Danîmarkê dest pê dikin.

Rêyên Esmanî yên Iraqê
Rêyên Esmanî yên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Şelebî ragihand; sibe sêşemê geştên esmanî yên bo Almanya û Danîmarkê dest pê dikin. Herwiha eşkere kir; dibe ku Iraq di sala 2021ê de du balafirên nû ji kompaniya Airbusê werbigre.

Nasir Şelebî diyar kir: “Di 15ê vê mehê de geştên esmanî yên ber bi Danîmark û Almanyayê dest pê dikin, bi destnîşankirî jî, bo Kopenhag, Frankfurt û Berlînê.”

Şelebî ji ajansa nûçeyan a Iraqê re destnîşan kiriye ku balafirên Rêyên Esmanî yên Iraqê xirab nînin û ji 31 balafiran pêk tê. Herwiha eşkere kiriye ku ligel kompaniya Airbusê girêbesteke wan heye û hêvî dikin di sala 2021ê de Iraq du balafirên nû ji kompaniyê werbigre.

Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Şelebî gotiye: “Geştên esmanî yên bo Ewropayê di sala 2015an de dest pê kir û par hatibûn rawestandin.”

Fly Erbil Advertisment