Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî encam dan
Ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re îro duşemê ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Joel D. Rayburn peywediyeke telefonî hat.

Hewlêr (K24) – Ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re îro duşemê ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Joel D. Rayburn peywediyeke telefonî hat.
Di peywendiyê de li ser guhertinên rewşa Sûriyê gotûbêj hate kirin. Her du aliyan tekezî li girîngiya hebûna gotûbêjên aştiyane di navbera aliyên Kurdî yên Sûriyê de kirin ji bo pêşvebirina azadî û piralîbûna siyasî û hevparbûna di desthilatê de. Herwiha di wê yekê de hevnêrîn bûn ku terorîstên DAIŞê hê jî gef in.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi êrîşa şeva borî ya çekdarên PKKê ya ser hêzên Pêşmerge kir li devera Amêdî û bi tundî ew êrîş şermezar kir. Herwiha eşkere kir ku di vê demê de sê Pêşmerge û karmendê asayîşê, bi destê çekdarên PKKê şehîd bûn.
Mesrûr Barzanî hişyarî da ku êrîşên PKKê û hewldanên wan ên destwerdan û ketina nav xwepêşandanên aştiyane yên welatiyên Herêma Kurdistanê, gefê li aramiya herêmê dixwe.
Herwiha tekez kiriye ku divê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bin hejmûna PKKê derkeve û nabe êdî rê were dayîn ku PKK sûdê ji wan alîkariyan werbigre ku pêşkêşî HSDê têne kirin.