HRW: Sozên Mistefa Kazimî "tenê gotin in"

Rêxistina Human Rights Watch di daxuyaniyekê de eşkere kir hikûmeta Mistefa Kazimî bi tenê qise dike û sozên xwe bi cih nayne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro roja sêşemê 15ê Kanûna 2020an rêxistina Human Rights Watchê di daxuyaniyekê de eşkere kir hikûmeta Mistefa Kazimî bi tenê qise dike û sozên xwe bi cih nayne.

Rêxistina parastina mafê mirovan a bi navê Human Rights Watchê (HRW) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hikûmeta Mistefa Kazimî sozên xwe yên derbarê bicîanîna mafên mirovan de bi cih neanîne.

Çalakvana mafê mirovan a HRWê Belqîs Walî eşkere kiriye ew binpêkirinên mafê mirovan li Iraqê berdewam in ji sala 2016an heta niha derbarê mafên mirovan de ti pêşketineke berbiçav pêk nehatiye.

Belqis Walî amaje bi wê yekê jî kiriye Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî soz dabû ku wê derbarê aqûbeta kesên bêserûşûn lêkolînan bide destpêkirin lêbelê heta niha ti pêşketin pêk nehatiye.