Agirê li bîrên petrolê yên Kerkûkê piştî hefteyekê hat kontrolkirin

Agirê li her du bîrên hejmara 33 û 44 ên kêlgeha Xebaze ya li başûrê Kerkûkê piştî hefteyekê hat kontrolkirin.

Ji ber teqandina boriya bi rêya bombeyan, hefteyek bû agir li bîrên petrolê ketibû
Ji ber teqandina boriya bi rêya bombeyan, hefteyek bû agir li bîrên petrolê ketibû

Hewlêr (K24) – Agirê li her du bîrên hejmara 33 û 44 ên kêlgeha Xebaze ya li başûrê Kerkûkê piştî hefteyekê hat kontrolkirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar Îsmaîl ragihandiye: “Agirê li her du bîrên petrolê yên hejmara 33 û 44 ên kêlgeha petrolê ya Xebaze ya li parêzgeha Kerkûkê bi demeke rekor hatiye temirandin.”

Agir ji ber teqandina boriyan bi rêya bombeyan bû, lê heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqandinê li ser xwe negirtiye.

Tevî hebûna bi sedan çekdar û hêzên cûr bi cûr ên li Kerkûkê, heta niha nekarîne kêlgehên petrolê ji gefên terorîstan biparêzin.

Zirara teqandina wan her du bîrên petrolê, rojane ji hezar heta du hezar bermîl petrol e.

Piştî 16ê Cotmehê ve, ti kêlgeheke petrolê li Kerkûkê ji gefên komên çekdar parastî nebûye.

Di nava mehekê de sê car êrîşî kêlgeha Xebaze ya li başûrê Kerkûkê hatiye kirin. Valahiya ewlehiyê heye û hêzên serbazî yên li Kerkûkê nikarin kêlgehên petrolê biparêzin.

Rojane 200 hezar bermîl petrola Kerkûkê diçin parzûngehan û ji bo pêwîstiya navxwe têne bikaranîn. 100 heta 120 hezar bermîl jî hinardeyî Bendera Ceyhan a Tirkiyê tê kirin.

Fly Erbil Advertisment