PAKURD: Nabe çi partî li Hember Hikûmeta Kurdistanê çek hildin

"Li vê derê hikûmetek heye, li vê derê parlamentoyek heye. Divê her hereketa kurd li vê derê bi awayê demokratîk karibe siyasetê bike."

Wêne: Îbrahîm Xelîl Baran, Serokê PAKURD
Wêne: Îbrahîm Xelîl Baran, Serokê PAKURD

Hewlêr (K24) - Serokê Partiya Kurdistanî Îbrahîm Xelîl Baran derheqê êrişên PKK yên li ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de got, "Li hember hikûmeta Kurdistanê divê çi partî nikaribin çekan hildin!"

Baran dibêje, "PKK êriş kiriye mixabin. Ev tiştekî gelek xirab e. Divê bi awayekî baş were çareserkirin ev mesele."

Derheqê çawaniya reftarên li Herêma Kurdistanê de jî wiha got:

Li vê derê hikûmetek heye, li vê derê parlamentoyek heye. Divê her hereketa kurd li vê derê bi awayê demokratîk karibe siyasetê bike."

Lê li hember hikûmetê partiyek rabe çekan hilgire, êrişî Pêşmergeyan bike ev nayê qebûlkirin.

Belê her kurd dikare li Kurdistanê wekî li mala xwe siyasetê bike. Lê li hember hikûmeta Kurdistanê divê çi partî nikaribin çekan hildin!"

Fly Erbil Advertisment