Efrîn.. Çekdaran zêdetir ji 60 kesî ji navçeya Mabeta revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bajarokê Mabeta dorpêç kiriye û bi dehan welatiyên sivîl revandine.

Bajarokê Mabeta
Bajarokê Mabeta

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bi dehan welatiyên sivîl ji navçeya Mabeta li herêma Efrînê revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê ji duhî 19.12.2020an ve bi ser navçeya Mabeta ve girtiye û xistiye dorpêçê, bê destûr dikevin malan û li welatiyên didin û direvînin.

Wî jêderî diyar kir ku bi tekezî hejmara kesên hatine revandin nayê zanîn, lê got: li gor zanyariyên min, çekdaran ji duhî û heta îro zêdetir 60 kesî ve revandine.

Da zanîn jî, ev revandin û eşkencedana welatiyan bi bihaney wê yekê tê kirin, pêr 18ê vê mehê bombeyek bi otombîla çekdarekî wê grûpê ve teqiya bû.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin, proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kiriye û li gor zanyariyan heta niha zêdetir ji 6500 kurdên Efrînê revandine û çarenvîsa beşeke mezin a revandiyan ne diyar e.

Fly Erbil Advertisment