Amerîka: Cizayên li ser rejîma Esed berdewam dibin

Amerîka: Cizayên li ser rejîma Esed berdewam dibin

Wêne: Donald Trump, Serokê Amerîka
Wêne: Donald Trump, Serokê Amerîka

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ragehand, sizayên Amerîka li ser rejîma Esed berdewam dibin, heta ku rejîm dest ji birçîkirin, kuştin û derberdekirina xelkê xwe berdide.

Di salvegera îmzakirina Yasaya Sîzer (Sezar) ji alî Trump ve, Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê belav kiriye; heta rejîma Sûriyê di kiryarên xwe yên hovane de berdewam be û miletê xwe bikuje, sizayên Amerîka li ser rejîma Esed berdewam dibin.

Balyozxaneya Amerîka li Suriyê ragihand, divê rejîma Sûriyê gavên ciddî ber bi proseya siyasî, ligor biryarên Encûmena Asayişê bavêje.