Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Mîrê Kûwêtê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi koça dawî ya Mîrê Kûwêtê Şêx Nasir Sebah el-Ehmed peyama serxweşiyê weşand.

Wêne: Şêx Nasir Sebah el-Ehmed û Mesrûr Barzanî.
Wêne: Şêx Nasir Sebah el-Ehmed û Mesrûr Barzanî.

Hewlêr (Kurdistan24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi koça dawî ya Mîrê Kûwêtê Şêx Nasir Sebah el-Ehmed peyama serxweşiyê weşand.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Mixabin nûçeya koça dawî ya hevalê min Şêx Nasir Sebah el-Ehmed gihişte min. Serxweşî li malbata birêz Mîrî û xelk û hikûmeta Kûwêtê dikim. Hevxem im li gel wan."

Şêx Nasir Sebah el-Ehmed (Nasser Sabah Al-Ahmad Al-Sabah)

Kurê mezinê Mîrê Kuwêtê yê berê bû. Îro, 20ê Berfenbara 2020ê koça dawî kir.

Li Kûwêtê wekî Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Serokwezîrî kar kiriye.

Tê gotin ku sibê demjimêr 09:30 dê were gorkirin.

Sedema wefatê nayê zanîn lêbelê berî du salan bi penceşêra cegerê ketibû û hatibû neştergerîkirin.

Fly Erbil Advertisment