Dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê zindanê da Leyla Guven

Derbarê Leyla Guven ku parlementeriya wê hatibû daxistin, ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve 22 sal 3 meh sizayê girtîgehê hat birîn.

Leyla Guven
Leyla Guven

Diyarbekir (K24) - Leyla Guven ku parlementeriya wê hatibû daxistin, ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve 22 sal 3 meh sizayê girtîgehê hat birîn. Hat zanîn ku dadgehê di heman demê de bo Leyla Guven biryara girtinê jî derxistiye.

Leyla Guven ku dema parlementera HDPê bû û parlementeriya wê hatibû daxistin, bi sizayê girtîgehê hat sizadan.

Hat ragihandin ku Dadgeha Diyarbekirê bo Leyla Guven di çarçoveya lêpirsîna terorê de 22 sal û 3 meh sizayê girtîgehê daye.

Dadgeh di sedema biryarê de rave dike ku Leyla Guven ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye endama rêxistina neyasayî ye û rêxistinek neyasayî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye.

Dadgehê derbarê Leyla Guven de biryara girtinê jî daye. Di 4ê Hezîrana îsal de Parlementoya Tirkiyeyê parlementeriya Leyla Guven betal kiribû ku Leyla Guven parlementera HDPê ya Colemêrgê bû. Derbarê Leyla Guven de 18 lêpirsîn hatine tomarkirin.

Fly Erbil Advertisment