Îranê hişyarî da Trump

Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Serokê Amerîkayê ku dixwaze di dawiya temambûna desthilatiya xwe de derbê li berjewendiyên Îranê bide.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û Serokê Amerîkayê Donald Trump
Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û Serokê Amerîkayê Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Serokê Amerîkayê ku dixwaze di dawiya temambûna desthilatiya xwe de derbê li berjewendiyên Îranê bide.

Îro 24ê Kanûna 2020an Wezareta Derve ya Îranê bi beyanameyekê tometbarkirina Îranê derbarê êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve wek "dubare û ji rastiyê dûr" pênase kir.

Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Amerîkayê ku fikra êrîşa ser Îranê û ragihand: “Hikûmeta Amerîkayê berpirs e ji her karekî dijî Îranê yê di vê demê de.”

Wezareta Derve ya Îranê dibêje; tometbarkirina welatê wan bo veşartina vê rewşa giran e, ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp bixwe ketiyê.

Herwiha wezaretê red kir ku welatê wan li paş êrîşa mûşekî ya ser balyozxane û berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê ye û ragihand: “Amerîka û hevbeşên wê li Rojhilata Navîn hewla zêdekirina aloziyên nû didin.”

Derbarê egera êrîş û derbe li Îranê dayînê de jî, Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da ku Donald Trump di dema dawiyê ya serokatiya xwe de ti pêngavekî metirsîdar li dijî Îranê nabe biavêje.