13 çekdarên DAIŞê û 46 mûşekan hatin desteserkirin
Rêveberiya Hewalgirî û Dijeterorê ya parêzgeha Enbarê ragihand, 13 çekdarên DAIŞê bi 46 mûşekan hatine girtin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Hewalgirî û Dijeterorê ya parêzgeha Enbarê ragihand, 13 çekdarên DAIŞê bi 46 mûşekan hatine girtin.
Rêveberiya Hewalgirî û Dijeterorê ya parêzgeha Enbarê di daxuyaniyekê ragihand, li ser zanyariyên hewalgiriyê û çavdêriya hûr, hêzên wan karîn 46 mûşekab desteser bikin. Diyar kir jî, ew mûşek hatibûn danîn, ji bo avahiya parêzgariya Enbarê bê armanckirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, 13 kes jî li navçeyên Qaêm, Rumadî û Felûceyê hatin girtin ku fermanên girtinê di derbarê wan de hebûn.
Rêveberiya Hewalgirî û Dijeterorê ya Enbarê tekez kir, ew terorist niha lêkolîn bi wan re tê kirin û ew li tawanên xwe mikur hatine ku ser bi grûpên teroristî yên DAIŞê ve ne û li leşkergeke taybet perwerdehî li ser çek û zanistên şer’î dîtine.
Rêveberiyê diyar kir, wê grûpa hatiye desteserkirin, çendîn kiryarên teroristî kirine, wek êrîşkirina ser hêzên ewlehiyê, encamdana teqînan, revandin û kuştina polîsan, danîna rêbendên neyasayî.