"Dibe ku Amerîka balyozxaneya xwe veguheze Hewlêrê"

Malpera Axios ji zarê du çavkaniyên agahdar ragihandiye ku Amerîka mijara girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û veguhestina wê bo du cihên ewle gotûbêj dike.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera Axios ji zarê du çavkaniyên agahdar ragihandiye ku Amerîka mijara girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û veguhestina wê bo du cihên ewle gotûbêj dike.

Li gor malpera Axios, Amerîka vê mijarê bi cidî difikire û ev yek piştî wê yekê tê ku hefteya borî, êrîşeke tund a mûşekî bi ser balyozxaneyê de hatibû kirin.

Çavkaniyên malperê diyar kirine ku eger biryara girtina balyozxaneyê were dayîn, Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller bo Hewlêrê were veguhsetin, an jî dê biçe binkeya esmanî ya Esed a li rojavayê Iraqê.

Roja çarşema borî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû; Îran ji wan êrîşên ku bi ser Amerîkiyan de têne kirin, berpirs e.

Trump wêneya çend mûşekan belav kiribû, ku roja yekşemê arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê hatibûn kirin û li ser nivîsandibû; ev mûşekên Îranê ne.

Donald Trump herwiha gotibû: “Şîreta min a dostane ji bo Îranê ev e; eger Amerîkiyek were kuştin, Îran berpirsyar e, bila baş bifikirin.”

Fly Erbil Advertisment