Îran: Em destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de nakin
Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihand; welatê wî destwerdanê di karûbarên navxwe yên siyasî yên Iraqê de nake.
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihand; welatê wî destwerdanê di karûbarên navxwe yên siyasî yên Iraqê de nake.
Îrec Mescidî di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Tehran destwerdanê di karûbarên navxwe yên siyasî yên Iraqê de nake, lê aliyên siyasî bi xwe dixwazin bi Îranê re bişêwirin.”
Mescidî diyar dike ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê, peywendiyên wan ên erênî ligel Îranê heye.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê, serdana Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Îsmaîl Qanayî bo Bexdayê û civîna wî ya ligel çend rayadaran piştrast dike û dibêje ku liv û tevgera welatê wî li Iraqê, di çarçoveya bihêzkirina hikûmet û handana aliyên siyasî de ye ji bo yekbûnê.
Ev di demekê de ye ku beşek ji serkirdeyên siyasî û çavdêrên siyasî, Îran û Amerîkayê weke sedema aloziyên Iraqê tohmetbar dikin. Herî dawî jî Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez banga xwe li cîranê me yê xoşewîst Komara Îslamî ya Îranê dikim, eger hûn rêz li serweriya Iraq û hikûmet û serxwebûna wê digrin, Iraqê ji milmilaniyan dûr bixin.”