Li Qeladizê xortekî 15 salî di nav avê de xeniqî
Rêveberiya Polîsê Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand, li Qeladizê xortekî 15 salî di nav ava çemê Zêya Biçûk de xeniqî.

Qeladizê (K24) - Rêveberiya Polîsê Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand, li Qeladizê xortekî 15 salî di nav ava çemê Zêya Biçûk de xeniqî.
Îro 26ê Kanûna 2020an Rêveberiya Polîsê Raperînê bi daxuyaniyekê ragihand: “Demjimêr 08:15ê vê sibehê termê xortekî bi navê A.K.R yê temen 15 salî û xwandevan û rûniştvanê taxa Raperîn a Qeladizê gihandin nexwaşxaneya giştî ya Qeladizê û piştî lêkolînên li ser wî termî û rêkarên yasayî termê wî bo peymangeha bijîşkî ya dadî ya Silêmaniyê hate şandin.”
Herwiha hat eşkerekirin: “Bavê wî xortî li gundê Binewşan a ser bi Qeladizê xwedî kargeha xîz û qumê û şuştina wê ye, kurê wî kamyona barhilgir ajotiye û bi kamyonê ve ketiye nav çemê Zêya Biçûk û xeniqiye. Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û berdewam e.”