Komkujiya Roboskê li parlamentoya Tirkiye hat rojevê

Komkûjiya Roboskê ya ku li cîhanê û Tirkiyê wekî yek ji wan komkûjiyên herî dilsotîner tê zanîn li parlamentoya Tirkiyê hat rojevê

Dîmenek ji komkujiya Robeskiyê
Dîmenek ji komkujiya Robeskiyê

Stenbol (K24) – Komkûjiya Roboskê ya ku li cîhanê û Tirkiyê wekî yek ji wan komkûjiyên herî dilsotîner tê zanîn li parlamentoya Tirkiyê ji aliyê parlamenterê CHPê yê Enqerê Levent Gok ve di 9emîn salvegera bûyerê de dîsa hat rojevê. Di bûyerê de ku pirraniya wan zarok 34 welatiyên Kurd bi bordûmana firokeyên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn hetta îro jî derbarê hîç berpirsekî de lêpirsînek yan jî sizadanek nehatiye kirin. Parlamenter Levent Gok jî di axaftina xwe de balkişand ser vê mijarê û got; heta ku li Tirkiyê ev bûyer neyê zelal kirin û berpirs neyên sizadan li vî welatî tu carî dadwerî pêk nayê.
Li Roboskê ya ku girêdayî navçeya Qlabana ser bi Şirnexê ve beriya 9 salan di şeva 28ê Berfanbarê de 34 kolberên ku pirraniya wan zarok, ber bi derbas bûna ser sînor re ji aliyê firokeyên leşkerî yên Tirkiyê ve hatibûn bordûmankirin û her 34 kolberan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Parlamenterê CHPê Levent Gokê ku ji destpêka bûyerê hetta niha vê bûyerê di şopîne û bo zelalkirinê bi caran pêşniyaznameya lêpirsînê raberî parlamentoyê kirî di salvegerên vê bûyerê de jî hertim li parlamentoyê bi axaftinên xwe ev bûyer anî rojevê û doza dadweriyê kiriye. Levent Gok di 9'emîn salvegera bûyerê de ji ber ku ev bûyer hê jî nehatiye zelalkirin dîsa daxwuyaniyek bo çapemeniyê belavkir û îddîa kir; ligel ku kesên ku fermana vê bûyerê dane tên zanîn jî lê hetta niha hertim bi zanebûn sera vê bûyerê hatiye nixûmandin.
Parlamenterê CHPê yê Enqerê Levent Gok got: "Li ser rê otombêlek pê li keseke bike û bikûje, doza ku dê li hember kûjer bê vekirin diyare; lê 34 welatiyên me di hêrîşeke asîmanî de ji aliyê hêzên me bi xwe ve hatin kuştin û derbarê berpirsekî de yek gav jî nehate avêtin. Mixabin dadmendî li Roboskê erka xwe bi cih neaniye."
Levent Gok diyar kir; ligel ku bi caran bo lêpirsîna vê bûyerê pêşniyazname raberî parlamentoyê kiriye jî lê bi tu awayî ji aliyê parlamentoyê ve pirsên wî nehatine bersivandin.
Levent Gok got: "Gelo çima di bûyera Robozkê de dadwerî pêk nayê? Ji bo çi sera vê bûyera trajîk ya ku hemû Tirkiyê xemgîn dike û diêşîne tê nixûmandin? Xwestin ku wan kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane bi terorê re têkildar bikin û bi vî awayî sera vê mijarê bigirin. Min hîç bersivek bo pirsên xwe peyda nekir. Herwiha ev bûyer li dadgehê jî bi heman awayî bê bersiv ma. Raporta di vê derbarê de ji aliyê serperiştan ve hatibû amadekirin jî tenê wekî pêşxebatek li holê ma. Nehiştin ku ev raport bo lêpirsînê jî were bikaranîn."
Levent Gok li ser vê mijarê amaje kir ku wî bi van pêşniyaznameyan xwestiye ku kesê ku fermana vê bûyerê dayî tespît bike. Herwiha Gok îddîa jî kir ku; hetta berpirsên vê bûyerê neyên sizadan li Tirkiyê jî dadwerî pêk nayê.
Herwiha Parlamenterê CHPê diyar kir: "Heta ku Tirkiyê vê bûyerê zelal neke û berpirsan siza nede, di warê dadê de kîjan reforman derbixin jî dîsa dê dadweriya li Tirkiyê hertim kêm bimîne. Di 9'emîn salvegera vê bûyerê de Tirkiyê bi ezmûneke girîng re rû bi rû ye. Ez hêvîdarim ku ev ezmûn bi awayekî dadwerane biçe serî. Helbet dê rojekê dadwerî were Roboskê.
Parlamenterê CHPê Levent Gok îddîa kir ku di destê dewletê de derbarê vê bûyerê de belgeyên tomarkirî hene û heger bixwaze dikare vê bûyerê yekcar zelal û aşkere bike. Herwiha Gok diyar jî kir ku; hetta ev bûyer neyê zelal kirin ew dê dest ji vê têkoşîna xwe ber nede.

Fly Erbil Advertisment