PAK û PSK komkujiyê Roboskî şermezar dikin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)ê derbarê salvegera komkujiya Roboskî de du daxuyaniyê cuda belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê salvegera komkujiya Roboskî de du daxuyaniyê cuda belav kirin û ew komkujî şermezar kirin.
Di komkujiya Roboskî de ku ji ber êrîşa firokeyên cengî yên dewleta Tirk ve pêk hatiye û di encamê da 34 Kurd hatibûn kuştin 9 sal derbas bû û heta niha ti kes di wê derbarê de nehatiye dadgehkirin.
Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:
Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.
9 sal li ser qetlîama Robozkê yê derbas bû.
Ev qetlîama ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kirin, hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye.
Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.
Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.
Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye û tu carî ji bîr nabe.
Em vê qetlîamê şermezar dikin.
Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.
Peyama Ofîsa Ragihandinê ya PSKê:
Qetlîema Roboskî Berdewam e
Li ser Qetlîema Roboskî, ku ji ber êrîşa firokeyên cengî yên dewleta Tirk ve pêkhatiye û di encamê da 34 Kurd hatibûn kuştin 9 sal derbas bû, lê belê qetlîema hanê her berdewam e. Ji ber ku tu kes nehatiye dadigeh kirinê.
Dewleta Tirk herwekî qetlîemên berê, serpoşiya qetlîema Roboskî kir û nexwast, ku çu kes were dadigeh kirinê. Bona vê yêkê tawanbarê serekî dewleta Tirk e, karbidestên dewlet û hikumeta AK Partî ye.
Dewlet ne tenê nehişt efserên Tirk, ku destura êrîş dane û beşdarê operasyonê bûne werin dadigeh kirinê, her usa malbatên qurbanên Roboskî daye dadigeh kirinê. Ji ber ku bertek nişan dane û bi encam dana çalakiyan xwastine kiryarên qetlîema Roboskî bêne dadigeh kirinê û dadigeha malbatan hê berdewam e.
Dewlet bi hemu hêz û teqatê xwe va cehd dike, ku Roboskiyê ji bîr bibe.
Ji bona ku kiryarên qetlîemê nehatine destnişan û dadigeh kirinê, bîrina Roboskî hê sarij nebûye û xwîn jê tê û heya ku dewlet li tawanê xwe mîkur neyê û erkê xwe ci be ci neke, xwînrijî wê her berdewam be.
Di salroja xwe da Qetlîema Roboskiyê carekî dinê mehkum dikin û piştgiriya xwe li malbata qurbanên Robokiyê radigihinin, ku bona destnîşan kirina kiryaran xebat dikin.
Roboskî nayê ji bîr kirin û nahelin were ji bîr kirinê.