Li bakurê Kurdistanê ji bo qurbaniyên Roboskî daxwaza edaletê hat kirin

Li Diyarbekirê di 9emîn salvegera komkûjiya Roboskiyê de nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl daxwaza dadê kirin.

Li Diyarbekirê komkujiya Roboskiyê hat bîranîn
Li Diyarbekirê komkujiya Roboskiyê hat bîranîn

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di 9emîn salvegera komkujiya Roboskiyê de nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl daxwaza dadê kirin û gotin ku; bila berpirsên komkûjiya Roboskiyê bên darizandin.

Nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li Parka Koşuyoluyê li ber Peykerê Danezana Mafê Mirovan ya Gerdûnî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî zelalnekirina doza Roboskiyê dan.

Sekreterê Lijneya Rêveber ya TMMOBê Dogan Hatun got; bûyera Roboskiyê ne ji ber îstîxbarata şaş hatiye kirin, ev bûyer bixwe Pirsgirêka Kurd e.

Di daxuyaniya li ser navê partî û saziyên sivîl hat ragihandin de, ji bo qurbaniyên Roboskî daxwaza dadê û ji bo berpirsan jî daxwaza sizadanê hat kirin.

Ji bilî Diyarbekir li Dêrsîm, Wan, Edene, Mêrsîn, Hatay, Riha, Êlih, Şirnex û Colemêrgê jî çalakiyên bîranîna birêveçûn.

Fly Erbil Advertisment