Di sala 2020an de 50 rojnamevan hatine kuştin

Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas (RSF) diyar kir, piraniya rojnamevanan li welatên ku şer lê nîne hatin kuştin.

Rojnamevan
Rojnamevan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas (RSF) diyar kir, di sala 2020'an de 50 rojnamevan hatine kuştin. Piraniya wan welatên ku şer lê nîne hatin kuştin.

Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas rapora xwe ya salane îro belav kir û tê de ragihand, di sala 2020'an de 50 rojnamevan hatine kuştin. Ji 10 rojnamevanan, 7 rojnamevan li welatên ku şer lê nîne hatine kuştin.

Diyar kir jî, ev hejmara kuştiyan, li gor kuştiyên sala 2019an cîgir e ku di wê salê de 53 rojnamevan hatibûn kuştin.

Di raporê de hat diyarkirin, rêjeya kuştina rojnamevanan li herêmên ku şer heye wek welatên (Sûriye, Yemen, Efganistan û Iraqê) kêm dibe. Da zanîn jî, rêjeya kuştina rojnamevanan li wan welatan di sala 2016an de ji sedî 58'an bû, lê îsal daketiye ji sedî 32.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand, di sala 2020an de hejmara rojnamevanên girtî li cîhanê zêde bûye.

Diyar kir jî, heta 1ê vê mehê herî kêm 274 rojnamevan girtî ne. Ev amar jî ji salên nodî yên sedsala borî ve mezintirîn amar e. Di sala borî de jî herî kêm 250 rojnamevan girtî bûn.

Fly Erbil Advertisment