Projeyasaya budceya Iraqê gihîşt Parlamentoyê

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand, projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2021an gihîşt Parlamentoyê.

Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand, projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2021an gihîşt Parlamentoyê.

Li gor hejmarek ji parlamenteran, pesendkirina budceyê li Parlamentoya Iraqê, pêwîstiya wê bi 30 rojî heye.

Budceya Iraqê ji bo sala 2021an li gorî ku di vê projeyasayê de hatiye diyar kirin, 150 trilyon Dînar e ku dike 103 milyar Dolar.

Di civîna 21.12.2020an de Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya budceya sala darayî ya sala 2021an pesend kir û di rojên bê de jî Parlamentoya Iraqê gengeşeyê li ser made û bendên wê dike.

Pêştir Biryarderê Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Sefar ji K24ê re gotibû, li gor projeyasaya budceya sala 2021an a ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin, pişkê Herêma Kurdistanê 12.67 ji sedî ji budceya federalî dibe. Anku zêdetir ji 12 trilyon Dînar dibe.

Di dema borî de hejmarek Parlamenterên Iraqê dilgiraniya xwe li hember derengxistina şandina budceyê bo Parlamentoyê nîşan dabûn ku pêwîst bû di 15ê Mijdara îsal de ji bo Parlamentoyê hatiba şandin.