Polîs daxwaza girtina ofîsa Partiya Demokrat a Kurd dikin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi rêya hêzên ewlehiyê ya Diyarbekirê ji Partiya Demokrat a Kurd (PDK) xwestiye ku tabeleya wê partiyê were rakirin.

Civîna çapemeniyê ya Partiya Demokrat a Kurd (PDK) li Diyarbekirê
Civîna çapemeniyê ya Partiya Demokrat a Kurd (PDK) li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi rêya hêzên ewlehiyê ya Diyarbekirê ji Partiya Demokrat a Kurd (PDK) xwestiye ku tabeleya wê partiyê were rakirin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi rêya hêzên ewlehiyê ya Diyarbekirê ji Partiya Demokrat a Kurd (PDK) xwestiye, ji ber bihaneya ku ti partiyek wiha li Tirkiyê nîne, divê hûn tabeleyên wê partiyê rakin.

Di wê derbarê de Partiya Demokrat a Kurd li Diyarbekirê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, Serokê Giştî yê PDKê Reşît Akici ji bo damezirandina partiyê serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daye û hemû belge di destê wan de hene.

Diyar kir jî, li gor yasaya avakirina partiyekê, her kesê ku mercên avakirina partiyekê pêk anîn, ew dikarin bê wergirtina rêdanê, partiya xwe ava bikin. Ji ber wê ji bo avakirina partiyê, ti pêwîstî bi erêkirin û redkirina Wezîrê Navxwe nîne.

Fly Erbil Advertisment